Dengên bîranînan
Li der dora
Giyanê min
Vedeng didin ..
Mîna
Baraneke hûr
Ji asoyekî bê dawî
Di barin
Bi rondikên çavan re
Kulîlkên
Bêrîkirnan av didin ..
Û
Hinek wekî
Şiqameke lale
Li ser ruyên hestan
Pêlên azariyan
Li hev dixînin
Hûrdem
Ji hiş
Di kevin
Û
Di himbêza
Poşmaniyê de di lûsin ..
Û .. hinek
Gûr henasin
Çihir ne nasin
Hemî pirsin
Li paş rewrewka
Bersevan de bê reng di mînin …!!







Şîrove (0)