Helbest u Vidyo Qeyika di bêdengiyê de avjen! Nivîskar: welateme 2024-06-25 Parve bike Mizgîn Hesko Derya… Pir fereh Û berav… Ta bê dawî dirêj! Kefeke guvaştî Rûdêmên qeraxan Bi xirecireke sihirdar Dagîr dike…! Û xuşîniyeke keskîn Dilê latên lal Parçeyek sinfonî Dijenîn e…! Kembereke berfîn î Bi sedef û mircanên razber Bejna deryayê Perwaz dike…! Û ev qeyika spî Bi liva xwe Di nav destên pêlan de Hîn jî… Ne zîz…! Ey landika bayî Û di tenêtiya de Bi razên heyînê mijûl Û di bextê vê deryayê de Avjen: Textên te ên kevizgirtî Hîn… Dîlên rêka xwe ne Gupgupa zemînê ye Û tu…. Bi lerizîna xwe Dest ji semayê bernade…?! Wekî hespekî afsanewî Û di pêşbaziya kenaran de Baskên bejî Li dij xwesteka bahozan Diferidîne…! Û xewnên ferawan Li ba dike…! Erê… Textên te Ên vê gavê û di bêdengiyê de Avjen… Dîlên rêka xwe ne Û tu… Dest ji kêferatê bernade…! Tekez… Rewanê bi sewzên omîdê Xemilî Ji tavên tariyê re Serad e…?! 08.06.2024 Li beravên deryaya navîn . Ev gotar bikêr bû? Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e Bikêr Ne bikêr 0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin(0 nirxandin) Şîrove (0) Şîroveya xwe binivîse Cancel replyNav E-mail Save my name, email, and website in this browser for the next time I comment. Şîroveya te
Gotar Konferansê «Kurdên Qefqasyayê» Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke… 2024-08-18
Lêkolîn Rola kovara Ronahî di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de xelek 17, ya dawiya lêkolînê ye Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo Stranên Kurmancî,pend û şîret di kovara (Ronahî )de Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê xwedan folklor e û ewa… 2024-08-11
Nûçe ”Pênûsa Nû” hejmara 108an Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,… 2024-08-09
Helbest u Vidyo Oxurbê Yabo Gurgan Elhac Oxurbê yabo Khuşk û bira... hûn big-hin ser...hûn big-hin ser Silava l bavê mi kin...Silava l bavê mi kin… 2026-11-06
Helbest u Vidyo Canê buhiştî Rewan Oso Tu çûyî, şev bi hesreta te sar û dirêj bûn… Dil jî bêyî te qerisî, li pey çûna te civata… 2026-11-05
Helbest u Vidyo Çima ez?! Baran Heso Gelek caran ji xwe dipirsim çima ez?! Gelo bedewiya min bûye belaya serê min ku ez im, di çi zemanî… 2026-11-04
Şîrove (0)