Helbest u pexşan

Were bes e

Gurgan Elhac
Were  hevalo bes e
Serê xwe deyne ser sînga min
Desta li stûna mirada rapêçe
Canê kerixî
Emrê  riziyayî
Hêja ne di kewsera rihê min de
Zindî bibim
…
Ezê  qeşaya temen bişkînim
Ocaxa dilê te de bi helînim
Pasimbareke sor
Bi heftê û sê deqên reş
Li zenda te badim
Ezê hilmek Laleşî di cegera te de berdim
…
Bihna sîng û berê min
Hewarê bighînê sikrata dawî
Hêsirek poşmaniyê
Berdim çavê  umêddar
Peşkek xunava lamika
Biguvêşim rayên ziwa .
Bera dilê  westiyayî bipişkivê
…
Çirûskek şiyan berdim çogên te
Yên şikestî
Li pey leylana evîna min.
Çipikek jiyan berdim qirrika te.
Ji nav nivîna mirinê bi peke
Baskên xwe li bayê hêviyan bide
…
Min nameya Bihriyên te xwend
Bê ruhniya canê te ezê kor bimînim
Xerîbo …
Ez xwediyê te me
Were  ezê mizgîniya derçûna te
Di ezmûna eşqa min de radestî te bikim.
…
Hilkişe  textê padîşahiya  hezkirina min.
Taca evînê bi herdû destan li serê te bikim
Gerdenîkek gul di stûyê te re derbasbikim
Were ez tebîba curha te me
Ez hebîba dilê te me
Ez nisîba dunya te me
Dem dereng e
Were da Seyda te hembêz bikê.
Dîlok: 06.02.2019

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…