Helbest u pexşan

Behar Qutbû


Gurgan Elhac

Xeber hatin ji Wana min
Behar qutbû j jiyana min
Ateş werbû giyana min
Nema êdî tê cana min

***
Ezê dînbim çol û hola
Bi halê min kuç û pola
Helin mina ava gola
Ezê bankim : wa xana min
***
Reha nabim hekîmêm çû
Mufa derd û birînêm çû
Mala ah û qêrînêm çû
Perîşanbû viyana min
***
Hedara dil nema tê qet
Ceger kêr û bivir lê ket
Hinav ah û keser pêket
Hewar zar û fixana min
Dîlok:15.08.2015

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…