
Ramîsanek
Çi du dilan ji hev dûr dixe?
Ramîsanek
Çi jiyanê bi rê dike?
Ramîsanek
Çi karê rojane bi ber dike?
Ramîsanek
Ramîsanek heye
Di navbera av û xakê de
Ramîsanek heye
Di navbera şev û rojê de
Ramîsanek heye
Di navbera germ û sermê de
Ramîsanek heye
Di navbera çav û asoyê de
Ramîsanek heye
Di navbera hizr û hestê de
Ramîsanek heye
Gelo….
Bi çi Ramîsanê Xweda xwe daye nasîn?
Bi çi Ramîsanê gerdûn afirandiye?








Şîrove (0)