Helbest u pexşan

Hîn di rê de.


Mizgîn Hesko

*Ji bo bîranîna komkojiya Ermeniyan.

Wê gavê…
Perên pelatînkan
Di paşila mijê de!

Ji janê û ta destên janê
Mijê…
Tevnên bêdengiyê ristibûn…?!

Di nav mijankên pîrka min…
Rojeke veşartî…
Û di qermîçonkên rûyên azirandî de
Rêlistanên tî…!

Û çavên hêviyê
 Şînok…
Û vemirîbûn.

Hin di rê de
Di himêza dêwê de
Û di pêla mijê de Pelatînkan…
Bişirîna lêvên xwe
Gund û şarên wêran Erxewanên serveqetandî
Û neçar…
Xwe ji dest dabûn.

Pîrka min jî
Û hîn di rê de
Navê xwe ji xwe kir
Û di bin kevirekî de
Ew veşartî hêla…
Û bê nav
Bê per
Û bê bîrewerî ma…?!

25.04.2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…