Helbest u pexşan

ÇI JIYAN E


Ehmed Tahir

Çi jiyana pîs û gemar
Pîsê milet li me siwar
Me qet nekir qîr û hewar
Ne sinc hene,ne jî wijdan
Ne ol hene,ne jî îman
Pîs bûne bi zar û ziman
Mêrge ji bo gur û keftar
Bûne tajî li cem neyar

Îro welat maye beyar
Ristin ser me dek û pilan
Xewna me bû ba û lêlan
Di vê rewşê hêvî neman
Her wê rojek werê buhar
Wê heyv û roj bibin diyar
Gul vebin li deşt û zinar
Tev keç û xort bikin dîlan
Bi pênûs û bi berxwedan
Hildin alê li kurdistan.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…