Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: 66 Saliya Hemza Begê Miksî

Konê Reş

Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re derbas dibe. Werin em wî bibîr bînin.. Ku ez û te wî bibîr neynin ma wê kî wî bibîr bîne?! Di baweriya min de, yê ku li kevnê xwe nepirse û di ser guhan re bavêje, zore ku karibe tiştekî nû û çak ji civaka xwe re pêşkêş bike.. Em lehengên xwe jibîr nakin..
Di destpêka sala 1918an de Hemza Beg Miksî û Memdûh Selîm Wanlî li Stenbolê yekemîn rojnameya Kurd/ Tirkî bi navê (JÎN), weşandine.. Di destpêka çerxa 20an de, ew yek ji pêşengên rewşenîrên kurdan bû li Stenbolê.. Di sala 1946an de rêveberiya yekemîn dibistana fermî di parêzgeha Hesekî de kiriye..

Roja îro gora wî li gundê Dugirê, nêzîkî Qamişlo ye.. Dema ku di roja 05/04/1958an de koça dawî kir, helbestvanê mezin (Hejarê Mukiryanî), yê ku wê salê wek penaber li Tirbespiyê bû, ev nivîsandin li ser kêla ber serê wî nivîsandiye:
Mamose Hemza Beg!
Rehberê fidakar!
Pir kes ji xew te kirine hişyar
Raze bi xoşî bes menale
Peyman elê me ew hewale
Rojî ku welat bijî bibînim
Ez mijde bi xo bo te bînim.

Min bihîst ku dostaniya wî û mamoste Enîs Hina Midêwayî/ 1926, xwediyê yekemîn pirtûkxaneyê li Qamişlo bi hev re hebû, ji bo bêtir pêzanînan li dor vê yekê, min xwe bi mamoste Enîs Hina ve gîhand û çend pirs li dor Hemza Begê Miksî jê kirin. Wî ji min re weha got: (Hemza Begê dostê bavê min bû, hêj li Antakyayê an Hatayê bûn hev nas dikirin.. Min jî di rêka bavê xwe re, ew naskir û dostaniya me bi hev re dirêj kir ta ku çû rehmetê.. Di sala 1946an de, dema ku Sûriyê serxwebûna xwe ji Fransizan stand, hingê Wezareta Mearifa li Şamê, Mifetişiyek Mearifa li parêzgeha Hesekê di bin çavdêriya Memdûh Selîm Wanlî de vekir.. Ew yekemîn car bû di dîroka parêzgehê de ku tiştekî wiha ji bo ilm û zanînê li Cizîrê vedibe.. Hingî Memdûh Selîm ji bo wan kesên ku qonaxa seretayî bi dawî anîne, dibistanek amadeyî li Hesekê, di bin rêveberiya Hemza Begê Miksî de vekir, anku Hemza Beg rêveberê yekemîn dibistana fermî bû di parêzgeha Hesekî de û û Memdûh Selîm Wanlî Mifetişê Mearifa bû di parêzgeha Hesekê de).
Gazinek ji tevgera siyasî û rewşenbî; ta niha min nebihîstiye kesî ji wan serdana gora vî lehengê kurd kiriye..! Tevî ku gora wî li gundê Dugirê ye, di bin guhê wan de ye..! Bi tenê Ji berî çend salan ve partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), gora Hemza Beg restore kiriye.. Ez jî, ji dil pasiya wan dikim û di serê wan de nivîskar Newaf Bişar Abdullah.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…

Tengezarê Marînî

Di bin şipiya baranê de, şevek dirêj,
Çend darên bi qeşayê birîndar û nexşandî.
Min reşiya qehweyê vexwar, dûmana azadiyê kêşand,
Bêhna wê wekî xunaveke firiqî li bijangên min mabû.

Zivistanê koka xwe berdabû kûrahiya can,
Ev baran çi çoleke bêserûber bû.
Ez ne neynika Cemşîd a cîhanbîn bûm,
Mîna Gornîkî, ez parçe parçe bûm.

Siya berbangê ber bi dûrbûnê ve firiya,
Ez…