Helbest u pexşan

Têhna reşaya çavên Te


(Lewend Dalînî) Dr. Saif Daoud

Dema reşaya çavên te pêlên xwe,
Li min dan!?
Birîna dil qemûşk girt, û
Sonsin di asîmanê min de
Pişkivîn!? û
Dû demîn dibûn!?

Di naveroka çavên te de,
Hêvîyên dilê min
Sipî şîn dibûn, û
Bozê rehwan,
Di newala du reş marên te de,
Dest bi cirîda dikir!
Têhna reşaya çavên te
Tîr dibû, û
Zîz bûnê diçirisand?.
Kelek bê serî,
Di taristanê de werdibû!?
Sîmir zozan sînor bi sînor direst, û
Bi dawî dikir
Bizava navtêdanên te
Di cenga yekemîn de,
Sê caran ez ji desthilanîn
Dixistim!? û
Weke xuşk û bira
Damar bi ser dammarn de,
Sist radizan!?
Sîmir dîsa ji asîmanê hefta berjêrdibû!? û
Cenga dûwemîn
Serast dikir!.
Rûbarîyên te jî,
Hin bi hin di westîyan, û
Nema dest hilanîn!
Ji bin qulpa guharê te,
Tanî xilxalên lingê te
Ramûsan di cemidîn, û
Ziwadibûn
Têhna reşaya çavan, Sivik dibû!
Gemî ser rast dibû……û
Ez dibûme
Gemîvan!?…..

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…