Gotar

DI BÎRANÎNA (33) SALIYA RAPERÎNA GELÊ KURDISTAN DE

HIŞMEND ŞÊXO

Di /5/3/1991an de berî bi (33) sal raperîna gelê kurd li dijî zordariya rêjîma Be`sî destpêkir û birêket , rêketin û ragihandina wê ji Raniya – Silêmaniyê de destpêkir û gava di piştre rûxandina Kela zordariyê li Hewlêrê û paqijkirina Duhoka xoşewîst ji artêşa Partiya Be`s bû , û di Newrozê de Kerkûk hate rizgarkirin , herwiha bi dehan bajar û bajarokên kurdistanî bi xwîna pakrewanan û tekoşîna Deh Hezaran ji gelê me yê serhildêr hatin rizgarkirin.
Berî bi (33) salan Yekîtî Niştimanî Kurdistan rêbertiya vê raperînê kir û heya bi vê kêliyê ew bi name û armancên wê pabend e , û xebateke bêhempa ji bo parastin û pêşxistina destkeftên wê di demoqratî û azadiyê de dike.

 

Piştî (33) salan nifşên vê raperînê di siya Kurdistaneke azad de li hemberî zordariyê radiwestin û bi giyanê vê raperînê nameya xwe pêk tînin û ji bo pêşerojeke ronaktir ji gelê xwe re dixebitin .
Herwiha sal bi sal nifşên nûhatî dikevin jiyana rêzanî û xebata partîzanî berdewam dikin û xwedî nerînên nûjenin ji serastkirina rêveçûn û pêşeroja Kurdistanê.

Bîranîna Raperîna gelê Kurdistan pîroz be
Hermayîn ji pakrewanên wê re
Serkeftin ji xebata “Yekîtî Niştimanî Kurdistan” re

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…