Gotar

DI ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE

 

HIŞMEND ŞÊXO

 MIN DIGOT QEY TU BI ZIMANÎ
MA TU BI KURMANCÎ NIZANÎ.. CEGERXWÎN

Di roja zimanê zikmakî de ez vê pirtûka xwe diyarî hemû mamosteyên “Zimanê Kurdî” dikim.
Hînkirina Zimanê Kurdî – Asta Yekemîn
Korsa Hînkirina Zimanê Kurdî li Zanîngeha Helebê
Di Tebaxa sala 2021an de Zanîngeha Helebê – Amojgeha bilind a zimanan – Beşê zimanên niştimanî bangek bi derxistin û korsa yekem a fêrkirina Zimanên Kurdî – Ermenî û Siryanî ragihandin. Di vê çarçewê de û bi armanca parastin û pêşxistina “Zimanê Kurdî” min ev pirtûka ji bo korsa zimanê kurdî – Zanîngeha Helebê amede kir.

 

Pirtûk ji alfebeya kurdî de despêdike piştre hejmarek bêje , herwiha bilêvkirin û nivîsandina hevokan û xwendina hin gotûbêjên kurt û piştre hêdî hêdî derbas rêzimên dibe.
Naveroka pirtûkê ji (Deq , rahênan , gotûbêj , stran ji bo fêrkirinê , kardayîn û bikaranîna zimên) pêk tên.
Ez pirtûka xwe ya asta yekemîn diyarî hemû mamoste , xwendekar , zimanzan û hezkiriyên Zimanê Kurdî dikim û dibêjim :
Hezkirina zimên ji hezkirina welêt e
Parastina zimên ji parastina welêt e
Bi hêviya jiyaneke serkeftî ji gelê me re û pêşerojeke ronaktir ji Zimanê Kurdî re..

Heleb / 21 / 2 / 2024 Z – 2636 K

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…