Helbest u pexşan

Serdema yekemîn guneh


Text: Welat Muhemed
Werger: Fewaz Ebdê

Di serdemekê de
 Mîna geyayê bi aviyê re ketibe semayê,
Mîna kulîlkeke ber bi Buharê ve dibeze
hat
Lerzîna xwe ya yekem hilgirtiye
  Ji bo siyeke ku
     ji sermayê bêzar bûye, bêriya rokê kiriye
 ….. û germê rû da

******
Bi şev
em di kolaneke bêdeng re derbas dibin
Lempa wê ya şiyar jibîr dikin
Tê dibûrin
Bi tolhildan ew siyên me vedizilîne…
Û di kêlîkekê de
Em
li pêşiya xwe
siya du destên di guneh de noqbûyî
                 dibînin!
******

Di serdemeke din de
Mîna awazeke pûç
Mîna xewneke xapînok
 hat
Lerzîna xwe ya duwem hilgirtiye
  Ji bo siyeke ku
     rokê pişta xwe dayê
     serme lê vegeriya
 ….. û mirinê rû da
******

Di kolanê de
Bi tena xwe bi rê ve diçim
Lempe tê bîra min
Hindikî.. Gelekî li bende dimînim
Da siya min vezilîne
Lê ew pişta xwe dide min
     û radize..
Ji wê şevê ve
Her êvar
Ez wê dideqdiqînim
    Demên dirêj li hember radiwestim
Bi hêviya ku hişyar bibe
Da dîmena yekemîn gunehê min
         li min vegerîne!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…