Helbest u pexşan

Ne bi destê me ye,


Ezîz Xemcivîn

xort û keçên me
Şervan in, Girîla û Pêşmerge ne!
Ne bi destê me ye,
em neyarê neyarên xwe ne!
Ne bi destê me ye,
em li ser axeka pîroz çêbûne!
Ne bi destê me ye,
Kaniya kîna me ji kîn û zikreşiya we dizêt!

Ne bi destê me ye,
em nijadperest in, ne olperest in.
Ol û ew pelûl me ji we re hiştiye!
Bipoşînin,
genî bikin, kedî bikin, bidirînin,
di buxçika hişê xwe de hilînin!
Ne bi deste me ye,
bi jenîna zirneya azadiyê,
em tûkê bi ser kirêtiya we de davêjin!
Ne bi destê me ye,
rojane zarokên me bi ser dîroka we de dimîzin!
Ne bi destê me ye,
dayik û bavên me nifiran li we dikin!
Ne bi destê me ye,
li ber çavên me hûn ji kevirê xwe ê reş reştir bûne!
Ne bi destê me ye,
em çi hêviyê di dostanî û biratiya we de nabînin!
Ne bi destê me ye,
em rihên we ên dirêj,
dikin gêsî û melkes ji cengan re dişînin!
Ne bi destê me ye,
Evînî xwe li me dipêçe û em ji Kurdistana xwe hez dikin!
20.01.2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…