Ekrem Heso
Êşa gel û zeviyan ji Efrîn
Bang û hawar na girê vê birîn
Selcûq û Omer hatinê bi şûr
Mal û dar û kevir ji kok dizîn
Hovên çolan nizan gul û bistan
Tovên pîç û nêvîyên keftaran
Zik birçîna pê xwas bê serîna
Gevizîn nav baxê me wek dehban
Tovên pîç û nêvîyên keftaran
Zik birçîna pê xwas bê serîna
Gevizîn nav baxê me wek dehban
Bûka kurdan Efrîna dilbixwîn
Axa sora mişte mêwên rengîn
Neyar hatinê bi top û agir
Xweda û mela bi ken li nerîn
Ji dara zeytûn gurzek çêkim
Gora pakrewan bi ser tacêkim
Çete û dizê war bi gorîkim
Ji axa sor cardî malek lêkim .
21.12.2023