Nûçe

Rêxistina Şehba ya Partiya Pêşverû civîna xwe ya rêxistinî li darxist

Di dîroka / 29 / 9 / 2023an de Rêveberiya Rêxistina Şehba ya partiya me “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” civîna xwe ya rêxistinî li darxist.
Civînê bi xulekek bê deng li ser giyanê sekreterê partiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîş û hevalên damezrêner û hemû pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir.
Di destpêkê de heval Menan Hebeş bixêrhatina hevalan kir û tekez kir li ser girîngiya li darxistina civîn û semînerên rêxistinî di vê dema hestiyar de ji dîroka gelê me û tevgera wî ya rêzanî.
Piştre Mamoste Hişmend Şêxo endamê komîta navendî ya partiya me di axavtina xwe de rewşa rêzanî li herêmên kurdî û pêşhatên ku vê dawiyê di meydana Sûrî de çêbûne ji hevalan re şirove kir û tekez kir li ser helwesta partiyê di derbarê peydakirina çareseriyekê ji qeyrana Sûrî re bi rêya diyalogek Sûrî – Sûrî ku hemû pirsgirêkên niştimanî werin çareserkirin û di destpêka wê de doza kurdî ji ber ku dozeke niştimanî sûrî ye.
 Civîn pabende bi biryarên komîta navendî ya partiyê û tekez kir ku divê di zûtirîn dem de kongirê Şazdemîn ji partiyê re were lidarxistin.
Herwiha hevalan di civînê de bi dirêjahî çawaniya vegera gelê me li Herêma Efrînê gotûbêj kirin.
Di dawiyê de civînê hejmarek biryar ji bo pêşxistina karê rêxistinî standin.

29 / 9 / 2023Z – 2635K

Rêxistina Şehba ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…