Helbest u pexşan

Geştiya felatê.

 Mizgîn Hesko
Min ji te re gotibû
Tu…
 Ronahiya çavan î
Ma di vê reşahiyê de
Tu dikarî…
Bi destên min bigirî…?
Tu…
Keniya
Li ser lêvan î
Ku lêv zuha bûn
Û di pêlên xeman de
Werbûm
Ma himêza te
Têra gernijîn û giryanê
Bi hev re dike…?

Erê…
Li geştiyekê digerim
Ku min
Ji nav tariyê
Hilgire…!

 Rêyên Rawestgehê.
…………………………….

Ey rawestgeha
Ku di landika mijê de
Nixumandî

Ey xunca…
Takîbitenê
Ku hîn…
Di nav şaxên darkoka
Rawestgehê de
Xwe veşartî

Ey rêwiyên
Bilez û bez
Spêde baş
Ma ev rêyên hesinî
Min…
Ber bi welatê rojê ve
Nabin…?!

 Pencere…1.
……………….

Lo…
Ma hayê te
Ji bayê kurr heye…?
Pencereyên dilê min
Pir tenik in….!

Werzê gulan.
………………….
Rêgehên buhara dawîn
Hîn jî
Keskîn in.
Û xecxecokên gulanê
Her xemrevîn in
Li xwe haye dibim
Dilê min
Hîn dijene.

Dîmen…27.
……………….
Berfînên…
Ku di dilê berfê de
Dijîn
Ji kû hatine?
Li teht û zinaran
Dinerim
Kî ev…
Şekirokên spî
Wiha bi hezkirin
Li vir rijandine…?!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…