sersaxî

Sersaxî

 

Bi dilekî pir bi dax û xem, îro me, wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Rojavayî Kurdistanê, nûçeya koçkirina Xwedê jê xweş Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed, serokê komara Kurdistanê li Mehabadê, bihîst, ko li bajarê Bon- Elmanya, bi temenê 89 salî jiyana xwe ji dest da, ji ber ko ji mêj ve li Elmanya penaber bû …
Birêz Elî Qazî kesayetiyek netewperwer û welatparêz bû, di dirêjaya temenê xwe de ew herdem di meydana xebat û têkoşîna Kurdewariyê de amade û çalak bû, û bi roleke berbiçav radibû, û çi jê dihat nedida paş, loma çûna wî, ji bo gelê me û tevgera wî, ziyaneke mezin bû …
Xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike, cihê wî buhişta rengîn be, serê kes û karên wî, û serê hemû gelê Kurd sax be …
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Rojavayî Kurdistanê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…