Helbest u pexşan

Ronahî …

Yusra Zibêr

Di derya ya jîna min de
Gemiya xewna bi aso yê asmanan re silav di şandin
Di canê evînê de cobaran hêvî di dilde di çandin
Benede wariyên sozan peyama xweşiyê li hêvîyan di weşandin
Xemên bi derd ji nav bexçê jîna me di revandin
Rengên stêra li hawîr gulistana dilê min di vejandin

Awazên sîberên demê li bêranîna di hûnandin
Pêlê hêzên zarokiya me mîna keske soran di xemilandin
Ho hevalê jîna min
Ne bi pêlê derya
Û ne bûrandina sala
Nikaribûn neqşên kolayî li ser rûpelên beravê bi dawî bînin
Wê  hêviyên me li ser rûhêyvê bi çirisînin
Ronahiya roka evînê bi zayina salan
Li rûpelên omidên beyaniyên bilorînin
Awazan bi bawşîne re bi şînin
Ristikên reng û reng li hawîr me wê xwe bi pêçînin
Tîrêjên ronahiya
Berdewa miyê
 li hawîr me wê
bilivînin
Çeqelên dara heywa me bi demêre wê nû xwe vejînin

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…