Helbest u pexşan

Nivîskar

Emer ismayîl  

Nivîskarin ji bu hebunê li Karin
Şev û rojan li hespê xwe swarin
dîrok nasin bihiş mendî dinêrin
Ji bu Azadîyê herdem şîyarin

Hemî çerxa bizav û ramîyarin
Xameyame himber topê nearin
Şevên tarî dikin ruhnî ji gelra
Ji bu jînê û surştê gulbharin

Nivîskarin û çavnêrê welatên
Bi Armanca hebunê ceng civatin
Ji bu rastîyê dipîvin û dirêsin
Pîvanên nerx wekî nexşê welatên

Bizanistî hemî rengî dinvîsin
Çîrok û helbestên şêrîn dihunin
Rexnevanin û lêkulîn û gutarin
Parêzvanin mafê gelê hejarin

Giran barin nivîskarên me kurda
Mixabin îro ewjî bune prçe   
Hinek ji buna gelê xwe destubarin
Nifşek ji bu neyar her melevanin

Nivîskarin Evîndarê welatin
Wekî bazin liserdara çinarin
Dijî zorê bi dengê her bilindin
Ji bu gelê bindest her hevalin

Bi tîp û ristê zêrînin her û her
Ji bu gel û welatê xwe ferhengin
Ziman zanin di şoreşa zimanda
Ji bu sexwebunê bi sed zimanin

Nivîskarin li hemî waran digerin
Li welat yan penaberbin dikolin
Erkê rojê li ser qadê hildigrin  
Name ya rêzgarîyê radgehînin

Nivîskarin wek pêşmerga li Karin
Bixem barî bê xwen bê hedarin
Dewlemendin bi evîna miletê xwe
Wekî stêran li asmana şîyarin .
14 /5/ 2022

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…