EMEL HESEN
Şahê Kurdan Kefî sor e
Desmala wî gul û mor e
Per Şemal û Sîbêl Şûr e
Ramanê wî kûr û dûr e
Çiyayê Şêrîn jêre jîn e
Kar û Xbat û hêlim û vîn e
Navê kaka lê Şêrîn e
Dengê Çekan Saz dbîn e
Serok Mesûd xweş dilêr e
Ew lehengê berz û mêr e
Li Çeperan weke Şêr e
Mebsta wî Xalek Zêr e
Li Çeperan weke Şêr e
Mebsta wî Xalek Zêr e
Qed nabêje ez Serok im
Xwedî Bedil û Gerafêt im
Yan Rêber im yan Egîd im
Yan Serwer im yan Serkêş im
Ser rêbaza Bavê xwe me
Xezmetkarê gelê xwe me
Rêça Barzan ez bernad im
Bi Şal û Şapik ez ew Kurd im
Dagirkero baş bizane
Ez Pêşmergê Şoreşa me
Bîstê Gulanê ew nîşane
Qehremaniya min dizane