Mêvanên hêja amedebûyên berêz:
Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya em vê roja pîroz li xwe û we tevan pîroz dikin.
Roja çêbûna damezerê partî dêmuqratî Kurdistan- Iraq
Roja çêbûna serok artêşa komara Mihabad.
Hevalên hêja :
Nemir Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe ya afsane di şerde qedand,lê timî digot em ne şerê miletê biyan dikin, em ne şerê miletê Ereb dikin, em neşerê netewa wan dikin , em şerê deselat û ferweriyan dikin, ji ber milet dimîne,deselat diçe.
Mêvanên bi rûmet:
Çilo em spasiya partî dêmuqratî Kurdistan-Sûriya dikin bo vê bîranînê vê ahengê wisa jî em spasiya xwedê dikin ku ev tovê cangorî,tekoşer ji hev ne qetand, ku tiştê herî balkêş û ber bi çav ,serokê hêja Mesûdê Barzanî rêça bav û kalê xwe di şopêne, rêça rûmetê,rêça avakirina dewletê loma îro herêma Kurdistan-başûrî Kurdistan- bûye wek nimûneyekê di rêveçûn û avakirinê de ku bûye qûbletgeha hemî serokên cîhanê.
Dive em ji bîr nekin ku roja 25 rezbera 2017an rojeke dîrokiye di xebata tevgera azadîxwaza nûjen de,ku ji sedî 92 an rêfrandom erêkirin,ev bi xwe ancax serokek bi meznaya Mesûdê Barzanî karibe pê rabe.
Ji bo bûyerên şevê dî 12.03.2022 ku Îraniyan bi 12 mûşekên palistî hêrîşî Hewlêra paytexe kirin,serok Mesûd Barzanî got wê Hewlêr bimîne keleha pêdariyê pêşberî Holakiyên nuh.
Bêguman hêrîş tevlî acandeyên wanî gemarî metirsîdar,nameyeke bo vîna gelê Kurd lê bi saya pend û şarazîya serok Mesûdê Barzanî, hêmen û hedana hewlêra berz û bala her û her wê bimîne weka dara Biyê ti ba û bahoz nikare wê bi livîne , wisa jî hemî pêlanên dijmin li bin sîka wê darê wê bêne herfandin, vîna evînû azadiyê wê bi serkevê,ala aştiyê her wê bimîne bilind li ser ezmanê Hewlêra bejin rîhan
Serbilindî bo pêşmergan
Silav bo vê roja pîroz,silav bo komîta amedekar,silavên herî gerim bo mêvanan, bo beşdaran.
YNRKS 13.03.2022
Bavê Zozanê.