Helbest u pexşan

Kavilên tiracîdiya


Alan Hemo

Çav nema ew çavin
Dêm û dirûv li min dugherin
Dîsa dil bi te arame Perî
Dil derewan dikî
Lê têkçûn ku mejî bawer bikî
Têkçûyî me Perî
Têkçûyî….

Dû ku hez ji giyanê min birêket
Li şûn, rê û rism bikavilî li cî man
Herdem kavil tiracîdiyeke xwezayî diafirîne
Despêk û dumahî, bişkivandin û çinîna razberî diyar dide
Dîrok û pêşeroj, vejîn û tebata şînberan şirove dike
Wilo ez bikavilên hez kirinê zanyar dibim
Wek remlzanakî hestê xwe şirove dikim
Kengî bizar, kengî şad
Carnan berî hest bighên min ez dighêmê
Mirov lîstika hestan bizanîbe êdî balkêşî ji jiyanê re namîne
Miriyekî bihenase ê ku wate û çêjeya hestan hemoyan binase
Min gelekî hest bikar anîn ta min nehiştin
Nema mat dimînim
Nema dilerizim
Nema ta digrim
Mirî namirin

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…