Rojnameya Kurdistan pêşenga xebata rojnamegeriya kurdî ye

 

Hişmend Şêxo

Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de Ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû Tevger , Partî , Komele û rêxistin bi nerîn û siyasetên rastbîn  , Helwestên wêrek û çalakbûna ragihandina xwe xurt û li pêşin , Lewre ragihandin şêweyê herî sereke ye di  karê tevgera rêzanî û xebata demoqrat û aştiyane de.

 

Rojnamevanên cefakêş : Silav li we
Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi 123 salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra , Li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya Kurdistan derdixe û dûrî xaka Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike..
weşandina Rojnameya Kurdistan ne tenê xebateke neteweyî û rewşenbîrî ye lê belê ew rojname şoreşeke çandî bû di dîroka gelê kurd de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja 22 yê Nîsanê hemû medyekar û dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîroz dikin.
Di wê serdemê de rojnameya (Kurdistan) bi rolekî girîng radibû di gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî , cîhanî û Kurdistanî de , Lewre rewşenbîr û pêşengê gelê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ev valahî dît û bi xebateke bêhempa ev valahî bi weşandina vê rojnameyê dagirt û bû destpêkek ji bo rojnamegeriya kurdî, Û niha jî bûye dîrokeke giranbuha di rojnamegeriya kurdî de.
Miqdad Midhet Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên:
“ Di dema me ya îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîşanê we bidim û we teşwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”
Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.»
Rojnameya Kurdistan li serhev (31) hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan (5) hejmarên pêşîn derxistine, Lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista , Piştre birayê wî Ebdilrehman Bedirxan rojnameyê berdewam dike. Ebdilrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistan kir. Rojnameya Kurdistan li ser hev 31 hejmarên wê derketin (Hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).
Hejmarên 1’ê heya 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heya 9’an li Cinêvê li Swîsrayê, hejmara 20’an heya 23’an dîsan jî li Qahîrayê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heya 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heya 31’ê careke din li Cinevê hate weşandin.
Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Nîsana 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate rawestandin.
Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û kultura rewşenbîrî ya nûjen û hişyarbûna netewî ya kurdî dest pêkir. Ji wê rojê de têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya gelê kurd li seranserî Kurdistanê dest pêkir.
Di vê derbarê de Li Kurdistana Sûriyê jî tevî ku astengî û çav soriya rêjîma Bes a şovînî li ser gelê kurd , Lê xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin û gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatine weşandin wek :
Hawar , Ronahî , Dengê Kurd , Dîmoqratî , Gulistan , Kurdax , Zanîn , Nasname ,Pêşverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî , Pirs , Newroz , Deng , Stêr , Xunav , Gurzek gul , Dengê Kurdistan , Sorgul û gelek rojnameyên din.
ji ber çav sorî û hovîtiya dagîrker û zordestan Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zîndan kirin û kuştin , Di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên paye bilind û navdar wek Mûsa Enter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji aliyê dewleta Turkiyê ve hatine kuştin.
Bi helkefta 123 saliya rojnameya Kurdistan ez germtirîn pîrozbahiyan pêşkeşî gelê xwe û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , Herwiha ez cejina hemû nivîskarên kurd pîroz dikim , Û hêviya min ewe ku xebat û tekoşîna malbata Bedirxaniyan bimîne ronahiyek di rêya xebata rojnamevanên Kurd û rojnamegeriya kurdî de.

Silav li giyanê Diktor Kamîran Bedirxan , Diktor Nûredîn Zaza , Apê Osman Sebrî , Rewşen Bedirxan , Qenatê Kurdo ,Hemreş Reşo , Diktor Izedîn Mistefa Resûl û Mamoste Cegerxwîn .

Silav li giyanê hersê rojnamevanên hêja : Ferhad Çelebî , Rezoyê Osê , û mamoste Selah Berwarî

Sed silav li giyanê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan

Pêşketin ji Ragihandina Kurdî re

21 / 4 / 2021

Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…