Helbest u pexşan

Serxwebûn çara me ye


Lazgin Dêrûnî 

Li vê jîna bi êş û him bi azar
Dibînim ez li ber çavan xetên xwehr
Li dinyayê tenê kurd mane bê war
Di bin destan gelek riswa û bê par

Welatê min ji zîv û zêr tijî xêr
Ji lewra dijminan hatin kirin çar
Dixwazin em bi aşîtî bibin yar
Mixabin ew li hember me gurên har
Ji dûr hatin li talanê me xistin
Bi ser de jî me dikin yên gunehkar
Li benda wekhevî yan jî demokrat
Heta kengî bimînin em dibin dar
Eger hat serxwebûn armanc me hilda
Ji nû zanim me rast da çare biryar

12.06.2020 Swîsra

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…