Werin em Rewşen Bedirxan Bibîr Bînin

 Konê Reş

Roja (01, 06, 2020) (28) sal di ser koçkirina emîre Rewşen Bedirxan re derbas be.
 Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî. Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de şer dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: Weşandina kovara HAWARê, RONAHÎ yê û weşanên Hawarê digel hilgirtina barê malê û razîkirina mêvanên pir û têvel, ewên ku ji navçe û herêmên kurdan li mala Mîr di bûn mêvan li Şamê, digel wan jî kurdenasên biyanî hebûn wek Roger Lescot û Pirre Rondot, hem jî dibere karê xwe yê mamostetiyê di dibistanê Şamê de dikir..

 Rewşen Xanim eva ku îro em di dabaşa bîranîna 28 saliya
koçkirina wê de ne, yekemîn jîna Kurd e, ku bi kurdiya Latînî
nivîsandiye, û gazî jinên kurd kiriye û gotiye: (Xuhên min ên delal, her wekî hûn jî di zanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezaniye. Nezanî nexweşiyeke û dermanê wê zanîne..) Hawar, 27- 1941.

 Vê
jina kurd di 16 salan de, şev û rojên xwe bi mîr Celadet re
derbaskirine, ta ku di (15, 7, 1951) ê de, Bîra Qederê Mîr Celadet ji
nav me revand. Hingê Rewşen Xanim jiyana xwe di nav rûpelên Hawar,
Ronahî û pirtûkxaneya Mîr de bûrandiye, û pirê Caran rondik li ser
perîşanî û derbideriya xwe û neferên malbata xwe baran dine.. Rewşen
Xanim bûye wek simbolekê Ji jinên kurd re di warê zanîn, kurdperwerî,
nivîskarî û kebanitiyê re, ji ber vê yekê bi sedan ji gelê kurd navê wê
li keçên xwe kirine.
 Di pêşgotina bîranînên bavê xwe de wiha gotiye: (Min
çi kiribû, ez nizanim, di be ku min xwe razî kiribe, dema ku min xwe ji
zarokên xwe re dîl kir, û çendî ez dilrehet bûm, çaxî ku min canê bavê
wan razî kir, ew mirovê zor mezin yê ku tev jiyana xwe di ber kêşeyekê
de xerc kir, baweriya wî pê dihat
)
 Belê, ji mafê wê ye ku
îro em wê bi bîr bînin, heger em wê bi bîr neynin gelo wê kî wê bi bîr
bîne. Rewşen Xanim di sala 1909 an de li bajarê Qeyseryê çê bû ye, dema
ku bavê wî M. Salih Bedirxan di sirgoniyê de dijiya, xwendina xwe di
mamostetiyê de li welatê Şamê bi dawî aniye û lê mamostetî kiriye. di
sala 1935 an de bi kurmamê Bavê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewiciye,
kur û keçik ji wan re çê bûne, kur Dr. Cemşîd e, berî du salan li
Elmanya çûye ber dilovaniya Xwedê, kurekî wî heye navê wî Kurdo ye ew jî
wek bavê xwe bijîjke û li Elmanya dimîne û keç navê wê Sînem Xane
kebaniya nivîskarê hêja Selah Se’della ye, niha li Bexdê dimîne. Piştî
koçkirina Mîr Celadet, ji nû Rewşen Xanim ketiye ber pêlên şek û pekên
giran de, di nav deryaya kul û xeman de melevanî kiriye, û ji neçarî di
sala 1972 an de, mala xwe ji Şamê Barkiriye Banyas li ser peravê derya
Sipî, û rojên xwe yên mayî li wir bûrandine.. Ta ku di berbanga roja 1-6
– 1992 de, Yezdanê Gewre canê wê revandiye jor jor… li ser daxwaza wê,
berî mirinê, bisaya kurdperwerên bi rûmet, termê wê di eynê rojê de hat
guhestin Şamê û ew di kêleka bapîrê wê (Mîr Bedirxan û Mîr Celadet) de
hat veşartin. Ez jî gelê xwe serwextî vê rojê dikim da ku navê Rewşen
Bedirxan neyê jibîrkirin, sed rehmet li canê wê bin û li canê tev
neferên malbata Mîr Bedirxan bin.
 Di roja mirina wê de, min ev
helbest li dor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û wê nîvîsand û li ser gora wan
min xwend.. Evin çend malik ji wê helbestê:
 Erê Mîro! felek çerx û dewrane 
Rewşen Xanim îro li te mêvane
Bigerîne civateke Botanî 
Digel Rewşen û Celadet û Xanî
Rewşen Xanim wê bide te mizgînî 
Îro şer e li Herekolê banî 
Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax 
Gelê Kurd mil dane hevû bi yek rex 
Şiyarbûne êdî nemaye ew xew
Bexwedan û serxwebûne û hew..
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…