Helbest u pexşan

12 ê Adar a 2004 ran

Lewend Dalînî

Li ser agirê qurme dareke guwîza,
Tûrikê derd û mitalan,
Min şewitand….
Û ên mayî jî…Bi Misasa
Cotkarekî, min bin ax kirin

Li Nûrşîn û Tekîyên Neqişbendîyan,
Nivişt û bazbendên ji bîrkirinê,
Ji min re dane çêkirin…
Û min wergirtin

Ne qebe qeba kewekî,
Li ser lateke
Çiyayê Tora Hevêrka,
Û ne jî bêhna Sosin û Endekoyên,
Sîpan ê Xelat ê
Di karîbûn zû bi zû,
Giyan li canê min
Ji nûv re
Swarbikin

Weke sawîrekî nîv mirî,
Di dîmahîka wundabûnek ê de,
Kû dirîyên sînora,
Xwe ji xwîna damaran sor kiribûn !!??
Ji xewneke xemgînî,
Şiyar bûm!
Û dengê strana:
            Ey welat welat
            Ey zalim welat
Hate guhê min….
Û mat mayî….
Dîsa ez pûnijîm…

12 ê Adarê 2020,
Elmanîya

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…