Helbest u pexşan

QAMIŞLO

Burhan Hesso

Li wir
dema rê dibû Ma`rek
min bi Pongê destnimêj digirt
û bejna te
pencera gîhê bû!
kevokê name li rê
vekir,

agir ji avê şiyar kir
hefsar
sînor
mizgîn
Ji dest neyaran der çûn
Lîrlîr
Kezî
Ken
Sema
Govend
Tev…tev
rijyan
Hembêzên dayikan
û ez
bajar bi bajar
dame ber qamçiyên şewatê
rê
rê
rê dibû Ma`r!
kilîla te,
geh,
serçavk
şo bi şo
werdigirtin
û ez hiştim zavayekî
bê mirad  !!
Burhan Hesso.
12/3/2004

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…