Ebdilmecît Şêxo
-1-
Tu
Dara henarê
Gundê kaniyan
Bahozên bajêr.
Tu
Baran
Berf
Û birûskên
tirsdar.
Tu
çîrokên xwe
Reşbîniya xwe
li bin sîtava darê.
Tu
helbestan
Çîrokan
Şanoyên çeqelan
Roviyan
Guran
Û segên kolanan.
-2-
Tu
Şahsîwar
Askan
û kenînên bilind.
Tu
Bi istêrkan re
Tu di zeviyên xwe de
Ji Buharê re bistirê
Tu û dîlbera xwe
Hûnê dîsan hevdu hembêzkin.
Tu
Zarok û pîrejin jî dikenin
Pisîk jî xwe dixwin
û pelên Payizê
Zer dibin
Zer dibin.
Baran
Berf
Û birûskên
tirsdar.
Tu
çîrokên xwe
Reşbîniya xwe
li bin sîtava darê.
Tu
helbestan
Çîrokan
Şanoyên çeqelan
Roviyan
Guran
Û segên kolanan.
-2-
Tu
Şahsîwar
Askan
û kenînên bilind.
Tu
Bi istêrkan re
Tu di zeviyên xwe de
Ji Buharê re bistirê
Tu û dîlbera xwe
Hûnê dîsan hevdu hembêzkin.
Tu
Zarok û pîrejin jî dikenin
Pisîk jî xwe dixwin
û pelên Payizê
Zer dibin
Zer dibin.
Efrîn.2019