Helbest u pexşan

Yadê

Anahîta Hemo

Ma qey biyanî dikare,
Dengê lavij û destnimên te ,
Derîne tevlî baweriyên te ,
Ji hinavên zaroktiya min bi tere ,

Dengê te qube û bilindtir dibe ,
Dibhîzim di giyanê min de maye ,
Pîrozin liven te ,nazenîne ,peyva ,yadê ,
Çendî şêrîne ,pîroztirîn jê nîne ,
AVA dilop dilop tê ji zend û bendên destnimêjê ,
Bi min reye vaye dengê te dikim ,barbenge ,
Vedgere, dîsa dizîvire ,
Xwe dughere dîsa li min vedgere,
Hemû ziman lalin ,bi hemû typan ,
Dayê ,yadê ,MAMA ,MAMÎTO ,
Pesindariyê vê spêdê sûndixum bi navê te ,
Bi wan ayatên ji ezberkirî ,wî rûyê te hingivîndike ,
Ji dema spêdê destpêka liva mine ,
Beyanî baŞ ,Roj baş spêde baŞ,diya min,
mane tu diya mine ,
Bi rondikên germ ,û kelek bê rawestan ,
Mîna kelkela bûyerên bajarê min ,
Ji vê dem û Çaxên ji AR ,
Bi pênûsa min reye ,dinvîse ,
bi hemû şanên xwe ,
Dest berjorim bo hebûna
zelalbûna dengê te ,
Li ser darê jînê ,

,keftlefta ,temenê te ,
Bimîne ji mere ,Livên ,
Bi lavijan re ,
Destnimêjgirtinên te,Dilpake ,dayê ,
Bi hiş û hizir û bîre ,
Ji bîr nake kar û barên xwe ,
5-10-2003 ………

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…