
Were!
Ez ronahiya çavên xwe
ji te re bidoşim.
Were!
Were em bi hev re
kûpekê
tijî bikin.
Bila minalên sêwî
mîna pelên Buharê
têr,têr vexwin.
Were!
Ez bi rondikên çavên te
keskesorekê
di ezmana dilê bajarê xwe de
nîgar bikim.
Were!Were!Were!
Efrîn, 2019







Şîrove (0)