Helbest u pexşan

BANGA MÊYÎNÎ

  Xemgîn Remo

Banga te
Li guhê min
Dengê berbangê ye
Dilê xewar ji sed xewnî
Dike hişyar …
Sofî yê lerzok

Bi lez û bez
Berî dide mizgefta evînê
Du çavên te quble-gahin
Û navê xwedakî ne diyar
Li ser enî ya te
Ez dixwînim
Lê her ku nêzîkî te dibim
Navbera me
Timî dîwar .. timî dîwar …
Banga te
Bêhna payîzê ye
Xwîna pezkovî yan
Di hinav min de har dike
Û ji ser û pa
Ez dibim pêyî yeke ar …

Xanim …!!
Banga te
Bangeke dêrîne
Banga Binevşa narîn
Li guhê Cembelî
Xweş awazek şêrîne …
Sîmfonî yeke bijarte
Bi tilî yên agirî
Li dilê min di jenîne …
Keçê …!!
Tu zevî yek buharat û pûngêye
Yan qereçî yek Hindê ye …?
Axx ..çavên tenî qereçîkî
Du derya yên bê binîne ..
Kelek û kiştî yê min
Li perava
Berî bighêjin kûr-ava
Disotîne ….

Canim …!!
Banga te
Ne wekî banga ye
Mêyîna mêya
Hemî di dengê te de civîyaye …
Ey banga agir û avê
Tu him perî ye
Him ejdeha ye …
Ji wê payîza min te nasî
Dilê min di sotîgeha te de
Sema dike
Û ava helbestan
Ne dikarin vî arî vemrînin
Ne jî min ji evîna te dişon
Pênûs di pesnê te de
Naweste
Û dilê xembar
Ji vemana tavî yên te
Di nav badlîzokan de
Winda ye … berba ye ….

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…