Helbest u pexşan

Bacên cengê

Nizar Yosif

Em zarokên cengê ne
Virniyên serwer winda ne.
Ji landikan ve
Rondik li me bariyane,
Bi lorandin ên Dayan re
Efsaneyên* janan hatine xwendin,

Me giyanê mêraniyê wergirtiye,
Zehmetkêşî li ser eniya me nivîsiye
Bargiraniyê xwe li kermilên* me dîtiye.
Bi ritim ên cengê re hildibehin
Bi awazên Guleyan re dirazin
Û bê pêjinên wan hişyar in.
Ti sêwanên dostaniyê
em ne parastine,
Ti peymanên navxweyî
em hembêz ne kirine,
Em zarokên bê sûd in,
Yên pesnan in.
Ne nasên pênûsê ne,
Perwerdebirên çekan in,
Hêjimar û sipartinê goran in,
Me felekreşî ji bêtevbîriyê wergirtiye!
Em belengazên zehfiya golên leylanan in
Em bê sibeh rojin.
12.01.19
Efsane : Gotûgot
Kermil : Bilindaya sermilan/ Cihê bilind.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…