Helbest u pexşan

GEREGUNDÊ



Rêzan Mustafa

Li rê qetand sol û pêlav
Rojê hezaran gav bi gav
Diavêje deng daye nav
Geregundê ji dê û bav

Geregundê hejmart-pîva
Rêk û peyarêkên şeva
Teman borand der û li va
Bi ev tevger, bi ev liva

Liva karê wê giran e
Derd û kul tev li cîran e
Bi vê dem jî li dêran e
Geregundê li cîran e

Ne dawiya peyva wan tê
Wek şahiya ji cennetê
Li dû peyvê hirr û ken tê
Lê pel hene dawî ken tê?

Mêr û zarok çi birçîne
Pariyeke xwarin nîne
Kurmê peyvê wer ew kîne?
Çi peyva cîrên şirîn e

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…