
Ji çem û kehniya jînê
Heta kurdek hebê helbet
Ji bo wê ew didê xwînê
Lehengê baz bixapînê
Ceger nakê li gel şêran
Li qama wan xwe nabînê
Ji efrînê xwe dûrîkin
Serî laşan dişewtînê
Li dijmin rehmê qet nakê
Heta hestî dihellînê
Ne tirko û ne çettên wî
Nikarin qet bi efrînê
Li gel hev ew diçin gorê
Ji nû efrîn dixemlînê







Şîrove (0)