Akif Hesendaxûyaniya birêz Şêx Alî di derbarê Newroza îsal de xwend. Gelek xerîb û ecêb e!! Tu dibêjî qey birêz
sekreter li gundekî şirnexê, an jî li deşta Silopî dijî. Nivîsgehên partiyên
siyasî tên şewitandin, li ser dîwarên wan gotina „Îxanet“ tê nivîsandin, kadroyên
wan tên revandin û di dawiyê de cejna me ya netewî Newroz, bi hinceta
ewlekariyê, tê qedexekirin û birêz sekreter bêrê xwe dide Erdogan.
Ji xwe ev ji me kêm bû! Kekê sekreter, tu dikarî pirtûkan liser Dîktaturiyeta Erdogan binivîsî, kesek nabêje te na, lê belê derdên me bixwe jî hene, ka tu ji bo wan çi dibêjî?
Bawer bike sekreterê delal, bi şêweyên totalîter miradê gelan bi cih nayê. Û bawer bike piştgiriya bê sînor ji hêzên totalîter re nabe „ava liser agir“, Fitnê venamirîne, hebe hebe geştir dike.







Şîrove (0)