Ji bîranînên ACANSA DENGÛBASÊN AMÛDÊ

Lewend Dalînî

Îro roja  08/09/2013 Emerîka biryar daye ku êrîşekê bidê li ser çekê Kîmyawî ên rêcîma Sûrî û wê wêranbikê!!??.
Di van rojên dîrokî de, ku herkes mat mayî maye? û li bendeyî; ka wê çi çêbibê û çi çênabê!!??. 
Li Amûd ê çend zilamên temen orte ku jiyanê tevî bi çerxîyekî nakirin;  lê mêrika kurdperwerin û sîyasetmedarin; ew jî; piştî qedeha diduwan!!??  Maze û Eraqa xwe birin û êvarê li cihekî bakurî bajêr rûniştin; dest bi vexwarinê kirin û hin bi hin rewşa welat bihevre şîrovekirin!!!!???:

Yekî got: Niha hûn yeqîn dikin ku wê Emerîka li Sûrî xînê gelî camêran?.
Ez dibêjim derewa dikê?
Çima?Ha Ha…Hîn berî deh salan di wexta derbasbûna Îraq ê Abû Azad (George Bush) got: Ezê derbasbim Sûrî jî ; û derew kir?…Yahooo ne derew kir? Lê Cihuwan ew sekinandin ji ber kesî ji vana qenctir nedîtin go haristî yê ji wan re bikin ha?…Tu willo dibêjê? Yekî lê vegerand? Erê camêr? Ma na xwe wey?.
Yabo bi telaq tu jê fêm dikê?!. Û me jî niha fêm kir!?

De ka xwedêkî çi exbarê ehzabên (Partî yên) kurmanca li Sûrî hene û çi hazirî (Amadebûn) ê ji vê hicûma Emerîka re dikin? Yekî lingê xwe veziland û pirsî?
Wey te xwelî li serê wan kirî: Ha hew go te zanîba bê çi kirine û çi nekirine?
Yasîdî ji Zorava li Şam ê heta Dêrikê (Dêrka Hemko) ev kemamê ji bona “Xazatê Sam” li her malekê Kurmanc belakirine û “Xurfak Emelîyata” li her bajarekî çêkirine û qiyadatê ehzaba bi şev û rojê nobet ê dikşînin û itîsalata dikin û mûsaedat ji Kurdistanê û kurmancê Ûropa xwestin; mexzen û Embarên xwe dagirtine ji xwarin û vexwarinê û ha ha li xelkê beladikin!? Bi saya xwedê û serê siyasîyên me heta şeş meha û belkî salekê jî em ne hewceyî tiştekî ne? ji vî alî de xema ne xwe camêr!? Ma zaro ev çil sal xebata wan qey ne ji rojek wilo re ye?
Û a hîn ji vê xweştir maldarên Kurda jî; zêr û perê xwe tevde li belengazên xwe belakirin û ji neçarî çûn ketin konê penaberan de!? Ma ji wilo bêhtir hûn çi di xwazin…..Tu rast dibêjê yan tu heneka dikê?
Yabû Emîna ji min berdayî bê û fitwa wê li cem mala bavê kal tunebê heger ez derewa dikim;  û heger Tu yeqîn nakê jî; va piştî du sal û nîv di ser sewra (Şoreşa) Sûrî re derbasbûne;  şevê dî ji nûvre kurmanc ketin ew çîka Sûrî? Navê wê çi ye? ITLAFLA ê?  Yekî jêre serast kir; got ITÎLAF ê? Erê erê ew bê xwedî; tim navê wê ji bîra min diçê. Eger wek tu dibêjê; na xwe îşê me qenc e?! Yella bi “SEHTEK” (Nûş).

Yek ji hevalên wan bêhnefişk lêketibû, û giha cem wan: Merhaba ji were? Yahoo hûn li kû dê bûn, ev se’etek ez li we digerim? Xêre yekî jê pirsî? Dibêjin sibe Emerîka wê li Sûrî xê û dibêjin wek Helebça wê bê serê me? Û emê tevde bimrin;
Yeqîn bikin ez ne li ber mirina xwe dikevim lê; rû reşîya me wê ew bê, heger ehlê Amûdê li wê dinyayê ji me bi pirsin? Ka çi exbar ê Kurdan û Kurdistan ê hene? ka em ê çi ji wan re bêjin gelî camêran? Û rûnişit. Yekî ji civatê got: Ka qedehekê Eraq bidnê di xuyê hişê vî camêrî ne li serê wî ye belkî bê ser hişê xwe û berdewam kir û got:
Tê gelek slava li wan bikê û tê bêjê:
Al hamdû lillah, kêf kêfa me ye? Hingî Kurdistan çêbûne em nema zanin bê emê herin kîjan ê ji wan; Kurdistana Bakur, a Başûr, a Rojhilat, a Rojava? Li her yekê ji wan ji mere KAMPEK dido çêkirine û ji mere kon vedane? (Wek konê Newrozê), Zarokên me nema di xwînin û  nema bi listikan di lîzin ji xwe re wensa xwe bi mişk û tûpişkan tînin? Ica sobê mazot ê dane me û kehrebe û av her roj heye; û xwarin û vexwarin tevde belaşin?
Ma xwedê li Cinetê(Buhiştê) karê wilo bidê we!?…..Tê wilo bi ser bilindayî ji wan re bêjê;  eger bi xêr tu sibehê herê cem wan? Camêrê ku ji nû hatibû,  piştî qedeha diduwan ji vexwarina Eraqê: Min qenc fêm kir? Ha wilo “MAGO” Min ji tere negot bê qedeha Eraq ê hişê te nayê sere te!?.

Yahoo niha ka heneka deynin dera ha û ka çi tehlîla we ji derbasbûna Emerîka re heye?
Yekî got: Ez dibêjim Emerîka ne ji bona miletê Sûrî wê vê yekê bikê? Isalmî yê Qaîdê tevde li Sûrî civandine û di 9 ê Eylûlê wê teva bi kujê û heyfa (Tola) 11 ê Eylûlê wexta ku li Emerîka xistin wê ji wan hilînê?.
 Na na… ne wilo ye yekî lê vegerand: Ez dibê hema Emerîka wê lêxê ji bo qewata Sûrî bişkînê; Cihuwan razî  bikê û bêvila Îranê bi firkînê!  Hûn çi dibêjin?
Na lo bi şeref tev lîske..Emerîka henekê xwe bi me dikê? Ma ev du sal û nîv kevir li ser kevir nema;  ji nûvre kuçikê Obama bi xwe hisîya? Ev çi gotine? Yekî qedeha xwe hilda û got: BISEHITKUM YA ŞEBAB.
Şev li wan qar bû her yek ji wan di bê dengî yê de, û di ber vexwarina qedeha xwe re di pûnijî û xilmaş dibû!?. Gelo wê şiyarbibin an na? kesek nizanê ka rewşa wan wê bibê çi !? weke em ên şiyar em jî nizanin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …