Nûçe

Daxûyaniya damezrandina Xelata Nemir Kemal Henan (1954 –2013)

Bi boneya cejna rojnamegeriya Kurdî,me çend heval û dostên rêzdar Kemal Henan civînek lidarxist;di encama civînê de, ji ber rola Kemal Henan di pêşvebirina çapemenî û zimanê Kurdî di Rojavayê Kurdistanê de, me Xelatek salane bi navê (Xelata Kemal Henan)damezrand.
Komîta (Xelata Kemal Henan)ji bo pesindkirina nivîsandina zimanê Kurdî di weşanên Kurdî de biryar istandiye ku hersal di cejna rojnamegeriya Kurdî de vê (Xelatê û li gel sermiyanek diravî) pêşkeşî pênûseke Kurdî bike.

Herweha pêwîst e,em di vir de pir bi kurtî jînegeriya nemir Kemal Henan bidin nasîn.1-Kemal Henan di sala 1954 an de li navça Efrînê ji dayik bûye.2-Ewî li Efrînê xwendiye û bawername ji peymangeha rêkên tirênê li Helebê wergirtiye.3-Ew di 16 saliyê de ta dawiya jiyana xwe di tevgera azadîxwaza Kurdî de xebitiye.4-Ew pir salan endamê komîta navbendî di partiya Yekitiya dêmokrat de bû.5- Ew yekek ji damezrênerê (Nadî Efrîn El-ehlî 1969)  bû.6 -Kemal Henan 15 salan sernûserê rojnama Newrozê bû. 7-Ew yekek ji damezrênerê (Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî) li Rojavayê Kurdistanê bû.
8-wî pir caran astengî ji aliyên hêzên parastina dewleta partiya Bes de dîtibûn. 9- Kemal Henan di 31.10.2013 an de li Helebê
şehîd bû.
Komîta Xelata Kemal  Henan
Fatme Mihemed
Dr.Ebdilmecîd Şêxo..
Dr.Mihemed.E.Elî
Efrîn 21.04.2015

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…