Û li ser rewşa wê helbest ristin , û bîr û baweriyên xwe li ser vê babetê berçav kirin . û di toreya Kurdîde , em dikarin wek nimûne , ser nerîna helbestvanê hêja Cegerxwîn derbarî jinê rawestin .
Û bi azadiya jinan bang dikir . û ewî di dît ku pîrek jin e , yan xuşk e yan jî yar e .
Cegerxwîn jin mîna dibistanekê di dît , û di got eger jin bi awayekî durust bête perwerde kirin , wê civateke çak peyda bi bibe .
Lewma xwesteka wî ya serek e ji jinan ew bû, ku bi xwînin da ku têkevin ser riya pêşveçûnêde , û nifşeke hişyar ji Kurdan re pêk bê .
Ji hêleke dîve bi xwendinê jin dê bi ghêje serbestiyê :
Ey keçê rabe bixwîne da tu serbest her bijî
Zû ji xew tu ser hilîne bes bimîne bê mejî
Rencbera hundir tiwî tim rind û jîr û zanebe
Bo te bêtir her divêtin xwendewarî paqijî
Wa hevalên te li her cî serbilind pêşve diçin
Rabe serxwe ey keça Kurd serbilind bimre tu jî
Ger bixwînî dê bidî xwendin tu ê hundir teva
Ger nexwînî kes ji bo me êş û derda nakujî
– Helbestvanê me bi Navtêdana jinan , marş û sirûd saz dikirin , boyî jin cihê xwe di tevgerêde bi bînin .û mil bi mil bi mêranre bi meşin . di got dakevin meydana azadiyê da ku em welatekî serbixwe ava bikin :
Ey keça Kurd nû gihame tim dixwazim pêşveçûn
Doz û daxwaza me herdem tac û ala serxwebûn
Tim divê ku em bixwînin da nemînin jar û dîl
Min nema êdî divêtin ev xeyal û qal û qîl
Paqijî karê meye seydayê hundir her emin
Dayika Guhderz û Rustim Kurdperest û dilxemin
– Bi hatina cejna jinan cegerxwîn gelekî dilxweş dibû , û bi vê helkeftinê êş û azarên jinan ber çav dikirin . û hêz di da wan ku qeyd û zicîrên xwe bişkînin , da ku gerdenazad bi bin , û jiyaneke bextewer bijîn :
Heştê adarê roja me hilat * * cejna jinaye jinên demuqrat
Vê roja pir xweş roja dilşadî * * roja serbestî gerdenazadî
Qeydê lingê me wê rojê şikand * * ew çarika reş me girt û çirand
Em bûne wek hev tevde jin û mêr * * li me zû derket ev roj û stêr
– Banga helbestvanê me hin caran bi hêz dihat , da ku jin bi lez xwe bigihîne asteke bilind di warê ronakbîriyêde . û gav bi gav , bi rola xweyî bingihîn di nav civatêde rabe , û mil bi mil bi mêr rebe di hemû beşên xebatê de. Bi vî awayî civata jina nûjen pêk tê , bi bîr û bawerîne zanistî , bi hişekî taze , jineke girêdayî bi doz û daxwaziya gelê xwe ve peyda di be :
keçê rabe serî hilde , di vê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana , heta kengî di xewda bî
Bere gundî û rencber bî , welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî , wekî fanos û finda bî
Erê şoxê erê şengê , bi hevre em herin cengê
Girêdayî heta kengî , bimînî dîl û wenda bî
– Xebata jinê li gel mêran bo rizgariya welêt , jinê dixe rêza azadîxwazan ,boyî vê yekê Cegerxwîn ji jinan dixwest ku dakevin meydana şer , û bi vê gava pîroz rabin
Jinê rabe ser xwe , tu destan vemal
Tu rextan girêde li bejna delal
Di gel min were da bikin em xebat
Li ser min li ser te felata welat
Wekî min tu xweş dawer û bîrewere
Dixwazim bi hev re herin ceng û şer
Bi tektîk û bîr û bi can û bi dil
Bi hev re herin pêş hemî mil bi mil
– Dêmek Cegerxwîn azadiya jinan kiribû armanca xwe ya bingihîn . û dijî nerînên çewt rawesta , doza wî ew bû peydakirina jinên demuqrat , pêşveçûyî , gerdenazad .