MELE NÛRÎ HESARÎ Û KOÇBARIYA NEMIR BARZANÎ

Di hatina avdarêde Koçika qamişlo ya çandê biryara gurûpek projeyên nuh dapejrandin  ,û jiwana li destpêkêde di salvegera koçbariya nemir mela mustefa  barzanî de şandeke koçikê seredaneke taybet ji mala (mele nûrî ê hesarî) re kirin
SEREDAN

Ev derfetekbû jibo seredana yekî ji dilsojê rêbaza barzanî nemir û nexasme ku nexweşiyê hemî hêza wî deste ser kirye , ji vê yekê tevgera wiya civakî rawestihaye.
Digel vê hemiyê ..mele nûrî pêşwaziyeke şanaz ji şanda navbirî re kir û bi mendehoşî li ser wî kopalê xweyê dar rawestiha bû li dev deryê mala xwe li bendî mihvanan, lê ev kêfxweşya wî û ken û dilgeşîya wîna ji nişkave dema ku diyarîya koçikê hilgirt ( ya ku wêneyekî nemir barzanî bû) ew dilşadîya wî bû girîkî bişewat ya ku ji çav meve hate diyrkirin ku ew rih sipî vegeriha zarokekî sava bi azerîna girîya xwe , dilê xwe yê fereh 
Kire girî û şîn …ta ku mihvanjî kelûgirî bûn .
Li pêşyê melê pirsa hinek hevalên xwe yê kevin kir …ku riya kurdînîyê ew pev dane nasîn   lê rewşa melê ya tenderustî gelekî azar bû mixabin me nikarîbû deryaya wiya mezin qambikin ,tenê ev çend peyvên biçûk jê hatin wergirtin + pey bê dengiyekê
Temenê wî/ 74/salin û berhemên wî /12/ pirtûkin tenê ji wan/ 3/ hatine belavkirin , û yê dîtir di riya çapê dene.
û pirsê me jê evbûn :

Tu xemxwarê barzaniyetê ye ma tu çav bi barzanî keti bû ?

 na ..lê ez bextewerim ku min mes,ûd dît li kurdistanê û çavê min bi dîtina wî rehnîbûn ..û( elhemdu lillah)

 li pey vî temenê teyê dirêj ku te bi behwerî liser rêbaza barzanî bûrand , tu çi bangewazê li keçû xortê kurd dikê ?

 kurdayetî …kurdayetî …kurdayetî

 wek melakekî kurd û nivîskarekî kurd ..te çi mifa ji ezmûneyên  jiyana xwe ya xebatkarî û nivîskarî girtiye ?

 tirik xeddarin…û barzanîyet  lêbûrîne……

 ji hêviyên te çi pêk hatine ?  

 barzanî kurdistan rizgarkir, yê ku milletê kurd da xwya kirin 

çi kêfxweşiya herî zor te li jiyanê dîtiye  ?

 mesûd ….serwerya mesûd barzanî ji  kurdistanê re

 ta bi çi radeyê di helbestên xwede te kela dilê xwe û armancên xwe pêk anîne ?

 mixabin min xilas nekir  min bihtir dixwest xizmetê bikim lê ..temen û nexweşiyê .. limin zor kirne

 nexweşiyên te dîtin ku li jînê tu kirin helbestvan ?

 mele yûsiv bavê min ku sizaya sêdarvekirinê di kelha mêrdînêde pê hate dan 

xweştirîn nav li cem te çiye ?

 ….. Mesûd e

‏‏2007‏‏-‏02‏‏-‏26‏
Koçika Qamişlo ya Çandê

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…