Nisrîn Melekî: Ev 17 car Mihemed Şêxo saxdibe

Hevpeyvîn: Gulsin Yûsif

Di van rojên bêde salvegera 17an ya koçbariya dawî ya hunermendê kurdê binav û deng Mihemed Şêxo ye. bivê boneyê me xwe gihand Nisrîn Huseyn Melekî (Diya Felek) hevjîna hunermendê nemir Mihemed Şêxo û  me ev hevpeyvîn pêre çêkir.
1- diya Felek rewşa te di keçaniyê de berî tu Mihemed Şêxo nasbikê çawa bû?

– Diya Felek: min çavên xwe li jiyanê vekir ku em li Kumbelê Kavûs li bakurê Îranê dijîn ji ber ku bavê min pêşmergê Qazî Mihemed bû, û dema komara Mihabad ket,ew nefîkirin wê deverê, kurd têde tunebûn bavê min di hundirê mala xwe de karîbû zimanê xwe biparêzê û em hînî kurdî kiribûn, çênedbû bavê min ji wî bajarî derkeve piştî mal û mewdanê wî li Mihabadê jê standin bi vî rengî ez mezinbûm ta ez bûme rêza 9 û Mihemed Şêxo mamostê ola islamî bû di dibistana mede.

2- astengiyên jiyana te û Hunermend Mihemed Şêxo?

– Diya Felek: birastî astengiyên ku jiyana me têde derbasbû ji roja min guhestin jêre nayên jimartin him ji aliyê desthilatên dewleta û ji aliyê abûrî, tê bîra min dema go Mihemed Şêxo Xort bû 300 tûmanê Farisî distand, piştî anîna min daxistin 150 tûmanî jibo kû rewşa wî ya diravî qels bikin da karibin ramanên wî biguherin.

3- Diya Felek wek jinek kurd li maleke hunerî de dijît çi karîbû alîkariyê bide Mihemed Şêxo ?

– Diya Felek: alîkariya min ji bavê Felek re divî warî de (menewî) bû, herdem ez didîtim li kêleke xwe û min nedihişt ew mijûlbibe bi astengiyên abûrî, her dem min dixwest ew bi aram be bo karibe afrandinê bike, dema stranê jêre nebû bişav ba bi roj ba, û tucarî asteng nedibûm, min lê guhdarî dikir çi dibêje û çi awazî lê dide cana jimin re digot dûrî min here û li min guhdarî bike û jimin dipirsî ka tu çawa dibîne, dengê min li kû bilinde û li kûde nizme, ewî zanîbû ez hij mozîkê dikim û guhê min ne normale.

4- li gor nerîna te çawa Mihemed Şêxo gotinên xwe helbijartin ?

– Diya Felek: mihemed Şêxo gotinên xwe ji gulîstana helbestên kurdî heldbijart ya go dinarîna wîde li gorî rewşa siyasî ya go millet têde derbas dibe, hin ji stranên wî ji nivîsandinên wîne wek: hesû zindan û rabe gulîstan.

5- dibîranîna 17an de ya koçkirina hunermendê me Mihemed Şêxo de tu çi ji gelê xwe re dibêjê û hestê te çawa ye dema ku tu bi hazaran li ser gora wî dibînê ?

– Diya Felek: Mihemed Şêxo xesaretek mezin bû ji kurdan re pêşî û jimin re, ew çuqasî wefadar bû ji gelê xwe re û tenbûra wî gule dibarandin, ew qasî bi heskirine xwe miletê wî lê vedgerîne, ev 17 sal darbasbû li ser  koçkirina wî, ev 17 car ew saxdibe, dema ku ez li ser gora wî van refan dibînim stranên wî dibêjin û bi hevre bandikin bavê Felek namirê, liba min wî saxdikin, ez gelek kesan nasdikim zarokbûn û nuha bûne xort ez her sal wan dibînim go berdewamin di serdana gora hevalê jîna min de , hevalê gelê xwe Mihemed Şêxo, gelê me çuqasî hej Mihemed Şêxo dikin ez hewqasî hej ji wan dikim. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…