Zahid Mehmûd
Eva çendin
ger û çerxin
vedana dengê
rûpelê canin
ber çavê
hemiya rûdane
Eva çi
şopê kevnarin
ser. me tim
te hildaye
Eva çendîn
bextewarin
kesê bi navê
te xuyane
Eva çi
helbest û xamin
liyana dil
bi te dane
Eva çi
bazin û lalin
bi ser bejna
t e berdane
eva rengê
keske sorin
yezdanê min
bi te dane
ximav û A v
û Gulavin
jiyana nû
bi te dane
eva çi
berf û baranin
bi dêmên te
xweşî dane
Eva çi
mêrg û zozanin
zemîna te
pê cudane
eva çi
baxê şêrînin
bi lawên xwe
te di dane
Eva çi
tîp û Alavin
zimanê xweş

Şîrove (0)