Qamişlo û 115 Saliya Rojnamegeriya Kurdî

Konê Reş

  Ho bajarê Qamişlo.. Xelkên Qamişlo.. Bihara Qamişlo.. Azadiya Qamişlo..! Sibe 22ê nîsanê ye, cejna rojnamegeriya Kurdî ye.. 115 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..

  Bajarê Qamişlo! Were em di vê azadiyê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin.. Were em silavê li canê mîr Miqdad Medhet û Abdulrehman Bedirxan bikin, yên ku çira ronahiyê li pêşiya me vêxistin..
  Welatîno werin! Em silavê li canê Mîr Celadet, Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Mele Ehmedê Namî, Tîrêj, Keleş, Bêbihar, Omerê Lalê, Mele Nûriyê Hesarî, Palo, Mihemedê Mele Ehmed, Rezoyê Osê, Rêwî, Ferhadê Çelebî û tev rewşenbîrên ku xwe di ber peyva kurdî de westandine, bikin.. Gul û kulîlkên vê bihara rengîn li ser gorên wan deynin..
  Werin em neferetê li wan şofîniyan bibarînin, ewên ku digotin; Em ê erebûna Cizîrê lê vegerînin.. Va îro, Kurdîbûna wê lê vegeriya ye.. Erê lêvegerya ye û Ala Kurdistanê di asmanê Qamişlo, Dêrikê, Rimêlan, Amûdê, Derbasiyê û Serê Kaniyê de bilind xuya dike û bi ba re dilîze.. Wêneyê Osman Sebrî di qada bi navê wî de, li bajarê Qamişlo bersiva xelkê dide û dibêje:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Mihemed Şêxo bi dengê xwe yê xemgîn distirê: Azad e şêrîn..
Cegerxwîn pesnê xwe dide:
Kîme ez!
Ez im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
….
Bejin bilindim
Wek dêw bilindim
Ez dest dirêjim
Serbest dibêjim
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez.. kîme ez..
  
  Îro roj, di bajarên rojava de, ji çep û rast ve korsên zimanê kurdî têne dan.. Xortên me ji nû ve bi dûv navê Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Anter, Edîb Karahan, Nûrî Dersimî, Memdûh Selîn, Hemze begê Muksî dibezin.. Li huner û şanên wan digerin..
  Ew heyamê ku qedexe bû, em li strana (Gulê mehrûmê gulê.. çiya bilinde gulê.. berfê lêkir..) guhdarî bikin, barkir û çû.. Nema vedigere.. Ew salên ku Osman Sebrî 12 caran, di wan de hat zindankirin, barkirin.. Erê, wek ku kurdan gotiy: Giha di bin keviran de namîne û hem jî gotine: Dinya siya darê ye..
  Erê erê.. were Qamişlo were, were em sed û pazde saliya cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê, li hezkerên peyva kurdî pîroz bikin.

Konê Reş
Qamişlo, 21.04.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…