Helbest u pexşan

Pakrewanê bi rûmet Bavê `Ela

Mihemed Ebdê

Pênûs nizane ku çi binvise li ser te Bavê `Ela? 
ma wê Binvîse, dîroka mêraniya te, yan, hizkirina te ji kurd û kurdistanê re
yan evîndarî  û wefadariya te ji bo doza  gelê kurd yê ku te can ji bo wan kir bi gorî

yan bêje çendî  rondik di tariyê de barîne ji bo te?
di xewn û kolanan de, di her  xwepêşendanekê de bi nav û wêneyê te dixemile
yan li ser gora her  mergekî  û di her behîekî de, tu dijî
ma wê çi  binivîse pênûs hevalo? 
wê binivîs e ku dema pakrewanek nû jiyana  xwe ji dest di de, tû zindî dibe ?   
di dilê her çalakvanekî de,  û bi wêneyê  te  pêşwazîya  pakrewanên xwe dike
û  dengê te dikeve guhê her pakrewanekî, tu bandik e, pakrewano  werin li min bibin mêvan    
bi dilê xwe yê mezin û xwîna xwe ya germ tu mêvan û pakrewanên azadiyê  hembêz dike  
bawerke hevalo, ev bû salek tu nehatî ji bîrkirin,  tu tim dijî di raman û
di civatan de, û di dilê her welat- parêzekî de tu dibe mêvan?
li her  şarekî  kurde heb….. tu heyî hevalo 
ma tu dizanî hevalo tu bûyî evsane di dîroka canbigoran de
ji ber ku tu xwedanê rûmetek bê hempa bû?
va îro Bavê `Ela pênûs rûpelên şermê di qetîne û dinivise
  bi tîpên zêrîn navê te di ropelên ronî dayî di dîroka şoreşan de 
va îro hevalo, stêr xemgînin, nema diçirsin !
ta bi heyvê sipehîbûna xwe winda kirîy e
roj nema germê di de xwe di pişt bêbextiyê de xwe di veşêre?
ta bi Çûkên li ser kêla gora te di deynin, rondikan ji bo te di barînin
ta buhar bê xweşî dimîne, û kulîlk bê reng û ken mane hevalo
dixwazim bibêjim ne bi nehînî eşkere, Bavê `Ela, tu dilê lehengan û mêrxasan bû
 te bi hezarê dilan bê zirav hiştin, û ta bidilan  mêrxasiya xwe winda dikin?!
Hevalo em ê qurbaniya te li serê Çiyayê Cûdî, û li ser tepê gemiya Nûh pêxember  bineqşînin.
Di gastîna Çarçira  Mihabadê de bixemlînin.  
Li ser dîwarê kelha hewlêrê bikolin
Û ji mîraniya Botanê re diyar bikin.
Em ê hemî bajar û bajarokên rojavayê kurdistanê bi navê te binavbikin.
 
 21 -2-2013 

   

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…