Gotar

Mêjiyê sivik …!!!

Xelîl kalo

 Mêjiyê sivik….barê girane …. derb derba mêjî û ne zaniyê ye .aqilê sivik weke hirçê  xwediyê xwe di kujê . her wiha ku miletê kurd derdê wê êşê dikişîne û niha jî di kişênê,  ku mîjiyê wî bûye sedema paşketin û bindestîya wî û koromoro bûye  .eger gelê  kurd û bi taybetî bijartiyên me yên civakî û rewşenbîrî û siyasî  hebane,  xwedî aqil û wicdan û dûrmeyzên bane ,wê rewşa gelê kurd baştir bane ji niha .pîştî dihên salan ji xebata netewî  û tofana ku li sûrî di qewimê.
em hîna  windane  û bijartiyên meyî siyasî hîn aqil zivikin weke zarokan bi hevketine  û barên xwe girandikin roj bi roj û hew karin di binde bi meşin .  
Ev rewşa berçav ya ku em têde hate encamdan bi egere siyaseta meyî bê armanca netewî û pir xirab dawiya ne diyardike  .niha me ne şexsîyete , ne rêxistina netwî û hevhişmendi ye û her dîse jî bê hestên hevbeşe ,her yek ji me weke xwe dije û hizira xwe dike  bê pêwendî û girêdanên xurt di gel hev wekî gel û neteweyeke bindest û xwedî doz .hîna piraniya kurdan weke hoz û êlan dijîn û wisa siyasetê dikin , tenê bi berjewendîyên xwe yê kesayetî û bi tiştên pûç  difikirin .

  Heta roja îro jî hîn ew aqilê sivik li ser meye , ku riya ber lingê xwe em  nabînin û em nizanin ka wê paşeroja me wê çawa be .di zemanê ku her tişt li dora me tê guhartin bi lez û bez ,  ne me heye cihê şêwir û şêwrdariyê ,ne aqilmend , ne rêxistinên berpirsyar  û hevhişmendî ,ne maf û ne azadî ,ne mal û mewdan û her tişt bihêviya xwedê ve ye û ber bayê sar ve berdane weke kerempera ku ba li ber xwe bibe .kes nizanê ka wê bi kûde biçê . bê ku ti hêviyên me bi rojên werê re hebin heta gihaye wê radê ku em bê hêvîbûne ji rewşa em têde , herkesî ji me xwe windakiriye û ciqas em li xwe digerin em nabînin . vêce û li vê derê ev rewş bi vî halî  wilo bimîne , me nagihîne ti deveran ji bilî zêdebûna koletî û bindestiyê  .

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…