Mihemed EbdêBê goman ev qûnaxek dîrokiye ji me kudan re,lê mixabin dixuye, ku em fêr nebûne ji dîrokên xwe û serpêhatiyên xwe yên ku ta îro em ne gihîştine maf û azadiya xwe , ji bilî ku em ji Kewê fêrbûne dijminatiya xweseriyê?
Em wek kurd çi ji bo me pêwist e, divê qûnaxê de ?
Dive ku em yek destibin û yek deng û yek dil bin,ji bo careseriya pirsgirêka galê kurd , û ji ber ku hêza gelê kurd xurt dibe bi yekbûna destan û dilan,û ji ber ku cêwazî û nakokî ew e ya ku hêza kurdan lewaz û bê deng dike, û ji çavên gelan û Dewletê Cîhanê me dixîne û yak u me bihêle bê maf , û gelê me ji kêşeya wan dûrdixe, û her ku nakokî di navbera wan de hebe wê bibin sedema penaberî û mişextibûn û revendiya gelê wan .
Ez wekû helbestvan û niviserekî kurd, bangdikim hemî layanin siyasî û tevgera kurdî ku xwe dûrbikin ji berjewendiyên partîtî û kesan e , û xwe bibînin berpirsyar di ber parastina xwîna gelê xwe, û kurdan dûrbikin ji şerê bira kujiyê ku temenê wê çibe!
Ji ber ku ev xwesteka dijiminê gelê kurd û rêjême Sûriya ye ?
Kurdino, werin em li ser ropelên dilên xwe deynin, na ji bira kujiyê û nakokiyê re?
Kurdino, werin em dilê xwe jevre zelal bikin û kînê diyarî dijminan bikin ,û bêjin bijî hevgirtin û yekîtiyê gelê kurd, Ji bo nifşin me yîn werin ser bilind bin bi dîroka tevgera bav û kalin xwe.
Silav li geyanê pakrewanin şoreşa Sûriya ya rewa
Silav ji bo her Kurdekî karker û welat parêz xwedî ked di ber doza gelê kurd û yekbûna wan de.







Şîrove (0)