Zindana Memê Zînê

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se

Bêguman çi kesê ku dastana Mem û Zînê xwendî di xwazê wê zindana ku herdû dilê ji hev hezkirî bi bîne, ew zindana ku Memo ji Zînê dûrkirî. ez yek ji wan kesê ku di dilê min de bibû kul ka ezê çawe rojekî ji roja wê zindanê bibînim. Gelek cara min xwest  ez herim û li nava Birca belek bigerik û wê zindanê bibînim. lê jiber ku Turka destê xwe danîbûn ser û kirbûn cîkî leşkerî û ne dihiştin kes derbasî wir bibe.
Lê piştî ku leşker jê derket û qesir û dîwanxana Berdixaniya li kurda vegera û îro ew di destê şaredariya Cizîra botande ye. Ji lewma çaxê ku di vê demê de rêyamin bi Cizîra Botan ket, min yek ser berê xwe da zindanê. Zindana ku Mem ji bo çavê Zînê tê de kete rojiya mirinê. ew zindana ku Mem rojê dawî ji jiyana xwe te de qedand. zindana ku Mem tê bû avsanek,ew zindana ku Mem têde dawî li jiyanaxweya dirêj re anî. Bê guman jiyana Mem wê dirêjtirbê ji jiyana birayê Zînê yê ku bibiyar da ku Mem di wê zindanê de bixê avsanek ji avsanê miletê kurd. Ew Memê ku dawî ji jiyana xwe ya bê Zîn re anî. Ew zindana ku dengê dilê heskiriyê Zînê nalîn û hêviya evîndarekî dengê damarê dilê Mem ji kurahiya zindanê  digha guhê Zîna kezeb şewitî  ya ku pazde bîst mitra jê dûr. Çaxê ku ez çûme bergihê Bircê û ezê lêgeram eşqekî û sehwekî xwe berdane damarê dilê min. eşiq ji ber ku ezê Zindana ku di dilê min de bûyî kul bibînim û sehwê ez girtim ji ber ku nalîna evîndarekî ji cîkî dûr û kur û tevlîhev ku jênayê famkirin. Min pirsî ji wî xortê ku daye pêşiya me da ku dergihê zindana miftekirî ya ku  heskiriyê zînê  girtiyê dawî bû têde kanî zindan?. Xort li min vegera got: ev dergihê li pêşiya me tu li virbe ezê derî vekim. Ew çû derî vekê û min jî ji xwe re lê nêrî lê derî ne wek deriyê zindana ye ji lewma min wêneyek jêre girt. Piştî ku derî vekir em derbasî hundirê zindana Memê hezar sal bûn. li pişta wî derî cihê di nobedara hebû yek li destê çepê û yek li destê rastê û diyarbû ku wek pêpelûkan hebû û têre derdiketin serê zindanê. Li pişt wîderî deriyek dî hebû xort ew derîjî ji mere vekir û em derbasî nava zindanê bûn.. zindan giroverî hatibû avakirin û di nava wê giroveriyê de giroverîyek dî hebû lê diyarbû ku zindan ji kevinde hatiye avakirin û bi hostayî. Ez di nava wêde çûm û hatim û min çavê xwe li ciyê ku Mem lê rûnştîbû di rojên xweyê dawî de. Lê min ciyek wisa balkêş nedît. Min ji xort pirsî Ka ciyê ku Mem rojê xweyên dawî lê qedandine.? Xort ji min re got: Mem ne li virbû. Min jêregot: Çawe ne li virbû!! Xort ji minre got. Li xwarê bû. Cardî min jê xwest ku em herin ciyê ku Mem lê. Xort ji min re got: ev ciyê ku em lê sekinîne Mem di bindebû lê wek tu dibînê Turka girtiye. Ez vegeram li ver deriyê sisêya yê ku derî li ber nîne sekinîm û min li derî meyzand li jora derî serê pezkûvîkî di hevirde kolane min ji xort re got: ka ji kerema xwe re wênekî ji min re bigre. Ez di nîve derdî de sekinîm û xort wênek ji min re girt. Li pişt min biqasî mitrekî li gor ku xort ji min re got pêpelûk hebûn û dadiketin xwarê ciyê ku Mem têdebû.. lê tiştê ku bala min kişand zindan û qesra Mîreka ya ku Zîn û malbata xwe lêbûn li pişta zindanêbû û bi qasî pazde ta bîst mitra di navbera wande bû. Ji ber ku çaxê em ji zindanê derketin xort ji min re got: eve qesra Mîr min wênekê qesrê jî girt. Berê deriyê qesrê li pişta zindanê ye û tenê celdek di navbera herdûkandye û qata jêr ji qesrê axura dewara bû. Û min wênek ji wêrejî girt çaxê ku xorta çûn deriyê wê vekin. Lê mixabin derî bi wanre venebû.. û  di deriyê ku ji bergihê melê diçê ber çemê Diclê wêneyê du Şêra di kevirde hatiye kolan û berê derî li rojhilate……….

Cizîra Botan 18-6-2012

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…