Helbest u pexşan

Ne Te û Ne Min

D . Alan kîkanî

Bihar nedît
Hilm nekir beybûn
Nêrgiz bêhn nekir

Ne te û ne min
Pîroz nekir şev
Hemêz nekir hev
Maç nekir dev
Ne te û ne min

Dil bi ronahiya rojê şah nekir
Can bi evînê jiyan nekir
Çav bi çav kil nekir
Dev bi lêv hingiv nekir
Ne te û ne jî min

Ji sed û  yek hesret
û hezar yek kul
Dil neparêst
Ne te  û ne min

Vêga,
Roja me ber avabûnê ye
Piştî sipî kir ji me bisk
 Melûl kir ji me çav
 Sist kir ji me nav
Çî bê heşî kir!

Te û min

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…