Helbest u pexşan

Aso

 

Ezîz Xemcivîn

Şeveke dirêj e,
li hêviya buhara raketî ,
buhara arsimî û ji hev ketî,
ya ko li ser termê xweşiya xwe mexel e…
Kirasê tîbûna xwe a engirî
li şeva min neke…
Kundê tevna nerînên dizek bifirîne,
ji xewna xwe re asoyeke firehtir bixemilîne…

08.01.2012

Şoreş

Ne şoreş im?
Li keviya bazara xwîna min
silavê bi dolaran dikin…
Ne şoreş û ne şevreş im,
Sînga min sosina birîndar e…
Hilmên bêhêz xwe li bejiya min girtine.
Qeytanên dilreşiya we
li ser dîkê tifingan
kuştara evîna min dirêsin…

09.01.2012
…………….

Photo: Têkoşer Margirêt Corc (Margaret George)

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…