Di kongirê xwe yê dawî de Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê sekretêrek nû hilbijart. Li gor agahiyên malpera KurdWatchê parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mistefa Oso bû sekretêrê nû. Sekretêrê berê Xeyridîn Murad dimîne endamê komîteya navendî ya partiyê. Mistefa Oso serokê Rêxistina Kurdî ji bo Berevaniya Mafên Mirovan û Azadiyên Giştî li Sûriyê (DAD) bû. Piştî hilbijartina wî wek sekretêrê Azadî wî dev ji serokatiya DAD berda. Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Mihemed Xelîl wek serokê nû yê DAD hat hilbijartin.(KurdWatch.Org)

Şîrove (0)