Ekrem tehlo
Goga zemînê çûke
Lihember wî dilête
Qîşên çiya herifîn
Bi zumîna dengête
Riwê xwezayê geşbû
Ji vedana dengête
Kanya jînê herikî
Ji nav hîmên çengête
Dîrok bi şerm lûsiya
Li delavên çavête
Wek birûskê te lêda
Bilez û bez û lebat
Nepirsî li jîna xweş
Dema ku bankir welat
Xwîna sor xweş herikî
Li dora zinar û lat
Bejna zirav û lewend
Da ber gullên bişewat
Bû stêrkek şên û geş
Li esmanê jor hilat
Wek xwinavê bariya
Gul vebûn li hawirdor
Axa medya vejiya
Bi devê tivinga mor
Dîwarê sitemkarî
Hilweşiya qor bi qor
Gelek berz û bilindbûn
Alên kesk û zer û sor
Lite pîrozbe şehîd
Bax û bihiştên li jor
Deşt û zozan xemilîn
Dema te xwekir qurban
Li şûna goristana
Avadibin şaristan
Bi wan tîpên navête
Hatin ristin dasîtan
Vaye bote dibêjim
Gotinên xweş û ciwan
Dûr nêzîk her bawerim
Wê rizgarbe kurdistan
Sermede navê şêrîn
Linav rûpelên dîrok
Wêneyête kolaye
Ser dêmên dema şermok
Ger çendî jibîrbibin
Qiral, rêber û serok
Tim xiyaye wek çiya
Kûr berdaye reh û kok
Her bihar tê bête der
Li darên sêv û bîhok